• شماره ركورد كنفرانس
    4830
  • عنوان مقاله

    Cihê Dengbêj Evdalê Zeyikê Di Nav Edebiyata Dengbêjiya Kurdî de

  • پديدآورندگان

    EMİNOĞLU Nevzat n.eminoglu@alparslan.edu.tr Zanîngeha Mûş Alparslanê (تركيه) , ÇOBAN EMİNOĞLU Gülistan gulistansivan@hotmail.com Zanîngeha Mûş Alparslanê (تركيه)

  • تعداد صفحه
    14
  • كليدواژه
    Degbêjî , Evdalê Zeynikê , Edebiyata Devkî , Dengbêjên Serhedê , Wêjeya Gelêrî.
  • سال انتشار
    1398
  • عنوان كنفرانس
    دومين همايش مشترك بين المللي مطالعات زبان و ادبيات كردي - زبان شناسي و بوطيقا
  • زبان مدرك
    زبان هاي ديگر
  • چكيده فارسي
    Dengbêjî, wêje û hunerekî têkildarê bi deng û gotinê ye ku di nav edebiyata Kurdîya gelêrî de cihekî girîng digre. Ev tradîsyona devkî di nav gel de belav buye û gelek kesayet û mumessîl derxistine holê. Dengbêj Evdalê Zeynikê jî wek dengbêjekî sedsala 19an, pêşeng û nûnerekî bi bandor e di tradîsyon û edebiyata dengbêjiyê de. Evdal dengbêjekî serdema dawin a mîrektiyên Kurdan e. Lewma di berhemên wî de rewşa civakî, sîyasî û çandî ya heyama dawîn a mîrektiyan jî tê xuyanê. Her wisa Evdal di tradîsyona dengbêjiyê de awa û şêwazeke xweser pêkaniye û ji bo dengbêjên paş xwe jî wek pîr û pisporê pêşîn tête pejiradin. Di vê hêlê de kanoneke edebiyata dengbêjiyê ye. Xasma di nav Kurdên Tirkiyeyê de û di herêma bajarên Kurdnişîn ên Sehedê de ekoleke dengbêjiyê ya xweser ava kiriye. Hostatî û mamostetî ji gelek dengbêjan re kiriye û ew gihandine û perwerde kirine. Dengbêjên mezin ên vî perçeyê welat ên wek Dengbêj Resoyê Gopala, Dengbêj Şakirê Bedîh ku wek Şakiro tê nasîn, Dengbêj Nûroyê Meter, Dengbêj Xelîl û hwd. şagird û peyrewên wî ne. Evdal di vê hêlê de jî wek nimûyê pêşîn ê sîstema hotsa û şagirtiyê derdikeve pêş di nav vî perçeyî welat de. Armanca vê gotarê ew e ku di derbarê edebiyata dengbêjiyê de agahî bide û cihê Degbên Evdalê Zeynikê û berhemên wî yên dengbêjiyê di nav vê tradîsyona edebî ya devkî de binirxîne û destnîşan bike.
  • كشور
    ايران